NûçeRojhilatanavinYemen

Mûsewî: Hevhatina Riyazê dê alîkariya çareserkirina pirsgirêkên Yemenê neke

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê wek berteka li hember hevhatina Riyazê navbera hin komên başûrê Yemenê tev Ebd Rebê Mensûr Hadî, Serokkomarê îstifakirî yê vî welatî got: Wajokirina belgeyên bi vî rengî dê alîkariya çareserkirina pirsgirêkên Yemenê neke.

 Duh Sêşemiyê hevhatinnameyek li Riyazê navbera hêzên emegdarê Mensûr Hadî serokkomarê îstifakirî ya Yemenê û konseya veguhestinê  ya başûr hat wakorkirin. 

Seyd Ebas Mûsewî berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja çarşemiyê got: “Hevhatina Riyazê bona tesbîtkirina dagirkeriya Erebistanê û hevpeymanên wê li başûrê Yemenê bi awayê rasterast an ji riya hêzên bi wekalet ên wan be. “

Mûsewî destnîşan kir: “Gelê hişyar ê Yemenê ku her tim li hember dagirkeran sekinîne, dê nehêlin dijmin û çavnebarên wa başûrê vî welatî bikeve bin kontrol dagikeriya hêzên biyanî. “

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê her wiha tewsiye li Erebistana Siûdî kir ku  “Ger li îdiayên xwe bona çareserkirina pirsgirêka Yemenê ciddî ye, dewsa biryardana  bo komên ku bê desthilat in bersiva erênî bide însiyatîva raberbûyî ji aliyê Mehdî Muşat, serokê konseya  bilind a siyasî ya Yemenê derheq rawestandina  êrişên ser du welatan. “

 Mûsewî bal kişand ser parastina yekitî û yekperçetiya erdê Yemenê û destnîşan kir: “Îran çawa ku bi caran teqez kiriye pêngava ewil a çareserkirina  qeyrana Yemenê rawestandina şêr û xwînrêjî û rakirina dorpêça zalimane ji vî welatî û pêngava din cihanîna  gotûbêjên yemenî-yemenî bona bidestxistina hevhatina  bo pêşeroja siyasî ya vî welatî dizane.”

Başa dön tuşu