ÎranNûçeRojhilatanavin

Nameya Zerîf bo sikritirê giştî yê NY li bara misilmanên Rûhîngiyayê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li nameyekê ji bo Antonyo Gotrês sikritirê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest ku ew bi awayê ciddî bala xwe ser rewşa diltezîn a misilmanên Rûhîngiyayê Miyanmarê.

Li gorî rapora IRNA`yê, Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li vê nameyê tevî diyarkirina giran li bara rewşa xerab a misilmanên Rûhîngiyayê li Miyanmarê, ragihand: Divê ku pêwîstiya rawestandina lezgîn a mafên van misilmanan û bidestanîna lezgîn a wan a alîakriyên mirovhezane, ji dewleta Miyanmarê ra bê ragihandin.

Li nameya Zerîf bo Gotrês hatiye: Misilmanên Rûhîngiyayê ji bilî viya ku ji girîngtirîn mafên xwe yên sereke yanê girêdayîbûna bi welat û dewleta ku pişta wan bigire, bêpar bûne, her roj ketine ber kuştin û reftarên tund û gellek ji wan reviayne welatên din.

Wezîrê karên derve yê Îranê li vê nameyê destnîşan kiriye: rewşa misilmanên Rûhîngiyayê ku li dijî naveroka menşûra Neteweyên Yekbûyî (NY) û belgeyên bingehîn ên Mafên Mirovan e, nigeraniyeke zêde li civaka cîhanî her wiha misilmanan pêk aniye.

Zerîf li vê nameyê ragihandiye: Bêşik dûhatên binpêkirna berfireh a mafên bingehîn ên misilmanên Rûhîngiyayê diakre dûhat û bandorên nebaş li ser aştî û aramiya li wî welatî her wiha welatên cînar û navçeyê dayne.

Wezîrê karên derve yê Îranê ragihand: Çaverêtiya civaka cîhanî ji dewleta Miyanmarê ew e ku kontrola tam a kar û barên Rûhîngiyayê bigire destê xwe û rê nede ku komên zêdegav û tund rûyî aştîxwaziyê ya Bûdayiyan xera nekin.

Bûdayiyên zêdegav ji sala 2012`an va siyaseta Erdê Şewitî ji bo misilmanên Rûhîngiyayê li parêzgeha Raxînê bi taybet li bajarê Mengedoyê girtine ber xwe û hewil didn ku bi tade, işkence û kuştinê, misilmanên Rûhîngiyayê ji mal û warê xwe aware bikin û erd û heyitiyên wan talan bikin û lê xwedî derkevin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu