IraqNûçeRojhilatanavin

Navçeya Hey El Bekir a bajarê Hîtê li Iraqê hat azadkirin

Serokê konseya bajarê Hîtê li rojavaya parêzgeha Enbara Iraqê qala azadkirina navçeya Hey El Bekirê ji bin kontrola koma têrorîst a DAIŞ`ê kir.

Serokê konseya bajarê Hîtê li rojavaya parêzgeha Enbara Iraqê qala azadkirina navçeya Hey El Bekirê ji bin kontrola koma têrorîst a DAIŞ`ê kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Sûmiriyê, Miheme El Mihemedî bi ragihandina vê nûçeyê got: Hêzên beşa heftan a artêşa Iraqê karîn ku vê navçeyê li bakûrê bajarê Hîtê ji destê DAIŞ`ê derxînin.

Wî her viha got: Bi revîna çeteyên DAIŞ`ê û pêşdaçûna hêzên artêşê ji Firatê ber bi vê navçeyê va, opêrasiyona azadkirinê hat kemilandin û ala Iraqê li ser hejmarek ji avahiyên navçeya Hey El Bekirê hat bilindkirin.

Hêzên ewlehî û eşîrên têkoşer ên Iraqê herviha roja yekşemiyê pênc gundên vî şarî ji bin kontrola DAIŞ`ê derxistin û pêşdaçûna xwe li vê navçeyê didomînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu