ÎranNûçeRojhilatanavin

Hişyariya serdar Celalî li bara pîlanên nû yên Amerîkayê dijî Îranê

Serokê saziya berevaniya sivîl a Îranê li bara pîlanên nû yên Amerîkayê dijî Komara Îslamiya Îranê, hişyarî da.

Li gorî rapora IRIB news`ê, serdar sertîp pasdar, Xulamriza Celalî, serokê saziya berevaniya sivîl a Îranê, roja sêşemiyê li civîna Berevaniya Neeskerî li Têhranê, got, dijminên Îranê û bi taybet Amerîka bi dû şêwazên nû yên jibo sekinîna li hember Îranê ne ku wê wekî stratêjiya zexta li ser vînê, bi nav dikin.

Serdar Celalî herwiha got, amerîkî bi dû bi karanîna faktorên curbicur ên pereyî, aboriya bi şêwazên dijwar, nerm û hişmend bona zexta li ser Îranê ne.

Serokê saziya berevaniya sivîl a Îranê, bal kişnad ser mukurhatina amerîkiyan li bara bi karanîna dîplomasiya nûjen û destnîşan kir: Dîplomasiya bazirganiyê jî beşek ji strajiya amerîkiyan e û ew bi palpiştiya bi kopmaniyên xwe yên bazirganiyê, hewl didin ku vê dîplomasiyê cih bînin.

Serdar Celalî, herwiha  got: Dijmin ji ber ku hêza leşkerî û nerm a Îranê fêm dikin, bi dû gotûbêjê ne û girnijîna siyasetmedarên Îranê li gotûbêjên siyasî bi palpiştiya hêza leşkerî ya Îranê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu