ÎranNûçeRojhilatanavin

Mudaxilenekirin û cînaretiya biaştî, siyaseta hertimî ya Îranê ye

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê derheq danezana rûniştina serokên Yekitiya Ereban ya li Urdinê bertek nîşan da û got: Komara Îslamî ya Îranê hewcedarê mudaxilekirina li karûbarên welatên din nîne û cînaretiya bi aştî û mudaxilenekirina li karûbarên welatên din siyaseta hertimî ya Îranê ye.

Li gorî ragihandina wezareta derve ya Îranê, Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Behram Qasimî îro derheq danezana bi dijminatî ya Yekitiya Ereban li hemberî Îranê heyf û mixabiniya xwe diyar kir û diyar kir: Îranê heya niha heqê serweriya dewletên cîhanê û mudaxilebnekirina li karûbarên welatan wek prensîp, qayide û qirarên cîhanî bi fermî naskiriye û ser berçavgirtina wan îsrarê dike.

Qasimî got: Serokên hin welatên erebî û îslamî şûna berçavgirtina cidî ya pirsgirêkên navçê û cîhana Îslamê û şûna berçavgirtina talukeyên lhevpar ên li dij gişt welatên îslamî, li naskirina dost û dijminên xwe şaşitiyê dikin.

Qasimî herwiha derheq dubarekirina dew û dozên derew li bara sê giravên îranî, desnîşan kir: Ev giravana yên Îranê ne û yê hetahetayî jî îranî bimîninû dubarekirina dew û dozên pûç li bara van giravan nabe sedema jibîrbûna rastiyên dîrokî.

Serokên welatên Yekitiya Ereban îro li dawiya civîna xwe ya li Urdinê li danezana xwe cardin îdia kirine ku sê giravên îranî yên Tunba Mezin, Tunbe Biçûk û Ebûmûsa giravên Mîrîtiyê Yekgirtî yên Erebî ne.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê derheq hewldana hin welatên erebî ku dewsa rejîma Siyonîstî Îrana Îslamî ji xwe re dijmin dizanin heyf û mixabiniya xwe diyar kir û got: Cinayetên rejîma sexte ya zarokuj a siyonîstî ku bi dehan sal e li dij gelê misilman û ereb yê filistînê berdewam dike ti caran ji fikra misilmanan û gelên navçê û gelên heqxwaz û azadîxwaz ên cîhanê dernakeve .

Qasimî herwiha got: Berxwedan, Xebat û Berevaniya li ber rejîma desdirêker, bûye sedema hêvîdarbûna cîhana Îslamê ji bo azadiya Filistîn û Qudsa Şerîf . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu