ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Neqewiyê- Huseynî: Emerîka û Erebistan li kuştina Xaşuqçî bi hev re hevaheng bûn

Endamê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê, kuştina Cemal Xaşuqçî rojnamevanê rexnegirê Rejîma Siûdî bûyereke bi xof nirxand û got: Emerîka û Erebistan li kuştina Xaşuqçî bi hev re hevaheng bûn.

Seyd Huseyn- Neqewî Huseynî, li gotûbêja  bi Îran Pressê re destnîşan kir: Helwesta  Emerîkayê li bara kuştina  rojnamevanê rexnegirê siûdî bûye qebaheteke navneteweyî bo vî welatî.

Nesrullah Pêjmanfer endamê komîyona çandî ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê jî roja çarşemiyê li gotûbêja  bi Îran Pressê re got: Sinaryoya kuştina  Xaşuqçî tam hatibû plankirin.

Pêjmanfer bal kişand  ser azadiya  axiftinê ya herêkêm li Erebistanê û got: Kiryarên  tam û tekûz a navneteweyî û  bêparkirin û mehrûmkirinên bibandor  pêwîst e da ku Erebistan nekarbe rehet ji vê meselê drebas bibe.

Cemal Xaşiqçî roja 2ê Cotmeha 2018an piştî derbasbûna nav konsolxaneya Erebistanê li bajarê Istenbûlê ji bo tomarkiirna fermî ya Zewaca xwe, wenda bû.

Erebistan piştî derbasbûna nêzî sê hefteyan ji bûyera kuştina Xaşiqçî li konsûlxana vî welatî ya li Stenbola Tirkiyê, şemiyê 20`ê Cotmehê li xwe mukur hat ku rojnamevanê Waşîngton Postê kuştiye.

Başa dön tuşu