NûçeRojhilatanavinSûriye

Nimêja Cejna Pîroz a Rojîtiyê li Sûriyê bi amadebûna Bişar Esed hat xwendin

Nimêja Cejna Pîroz a Rojîtiyê sibeha îro yekşemiyê li bajar û navçeyên cûrbicûr ên Sûriyê bi beşdariya bicoş a misilmanan hat lidarxistin.

Li gorî salixdana IRIB News`ê, serokomarê Sûriyê, Bişar Esed jî beşdarî nimêja Cejna Pîroz a Rojîtiyê li mizgefta El Nûriya navenda bajarê Hemahê li rojavaya vî welatî bû.

Li gorî vê raporê, hejmareke kesayetiyên siyasî û dînî yên Sûriyê ji wan şêx Bedreddîn Heson, miftiyê mezin ê vî welatî li kêleka Bişar Esed nimêja Cejna Pîroz a Rojîtiyê xwendin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu