CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Nobext: Em li alê berevanî bi tu kesî re muzakireyê nakin

Muhemed Baqir Nobext, berdevkê dewleta Komara Îslamî ya Îranê got: Îran li warê mijarên berevanî û mûşekiyê eşkere radighîne ku naxwaze bi tu kesî re muzakireyê bike.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Muhemed Baqir Nobext roja duşemiyê li civîna  rojnameavniyê bal kişand ser vê yekê ku  Komara Îslamî ya Îranê dê nehêle ku tu welatek jêre  hed û sînoran kivş bike û got: Ma Îran ji Fransa, Emerîka û welatên  din re dibêje ku hed û asta  çekên we divê çi qasî be ku ew bixwezin ji Komara Îslamî ya Îranê re bibêjin.

Muhemed Baqir Nobext  têkildarî  muzakireya  li bara  behsên navçeyî, bal kişand ser vê yekê ku  Komara Îslamî ya Îranê li bara meselên  navçê siyaseteke  aktîv heye û got: Îranê ji bo dabînkirina  ewlehiya li navçê û rawestana li ber terorîzmê tim amadetiya xwe raghandiye.

Muhemed Baqir Nobext her wiha  li bara rêketinnama navokî got: Komara Îslamî ya Îranê li bara behsên  navokî tenê belgeyekê nas dike û ev beleg jî rêketinnama navokî ye ku helbet ji aliyê Emerîkayê ve tu carî cih nehat.

Hevhatina  navokî navbera Îranê û Koma 5+1` ê ji Çilla 2016` an  cih hatiye lê dewleta Emerîkayê wek yek ji endamên  vê komê tim ser riya  cihanîna rêketinnama navokî astengiyan derdixîne.

Donald  Trump serokkomarê Emerîkayê li gor qanûna  kongira vî welatî heya 12 Gulana 2018` an  derfeta xwe heye ku li bara  dewama rawestandina  boykotên  navokî yên  Îranê biryarê bide.

Rayedarên  Komara Îslamî ya Îranê bi caran teqez kirine Têhran jibo derketina  muhtemel a Emerîkayê ji rêketinnama navokî amade ye û  alternatîvên  curbicur  ji bo dayîna bersiva  vê kiryara  Emerîakyê hene.

Başa dön tuşu