Asya
-
Mar- 2018 -13 Mart
Şahîn Mistefaev: Sermayedanînên dualî û asta danûstandinên bazirganiyê Tehran û Bakû yê pirr zêde bûne
Şahîn Mistefaev, wezîrê abora Komara Azerbaycanê, jî li ser vîna siyasî ya serokomarê Îran û Azerbaycanê li ser berfirehkirina zêdetir ji berê ya peywendiyên giştalî yên di navbera Têhran û Bakûyê de û got: Sermayedanînên dualî û asta danûstandinên bazirganiyê yên du welatan, di van salên dawiyê de pirr zêde bûne. Wezîrê abora Azerbaycanê ji bo beşdariya li danzdehemîn civîna…
Xwandinê bidominê -
12 Mart
Li Nepalê balafira Bangladeşê ya rêwiyan ket
Li paytexta Nepalê Katmanduyê balefira rêwiyan a Bangladeşê bi 80 rêwiyan ve ket. Li gor nûçeya Kathmandu Post, balefira Bangladeşê ya şîrketa US-Bangla bi 80 rêwiyên xwe ve li paytexta Nepalê Katmanduyê nêzîk balefirgeha Tribhuvanê ket. Berdevkê balefirgehê ragehand, ew nîgeranin ku di hejmarek zêde de kes miribin û derbarê bûyerê de li ser tora civakî gelek wêne hatin parve…
Xwandinê bidominê -
7 Mart
Li gor agahiyên nexweşxanan li Efrînê di 24 saetan de 20 sivîl hatine kuştin
Li gor agahiyên ku nexweşxanan dane weşandin li Efrîna ku hîn jî operasyonên artêşa Tirkiyê berdewam dikin, di 24 saetan de 20 sivîlan ku piranî jin û zarok in jiyana xwe ji dest dan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)
Xwandinê bidominê -
7 Mart
Tirkiyê ser gundên Mîrkan û Kaxerê li Efrinê da ber êrişan
Kanala Meyadînê ya Lubnanê raghand: Tirkiyê cardinê navça Şeranê li bakurê rojhilata bajarê Efrînê li bakurê Sûriyê da ber êrişan. Li encama êrişa roja sêşemiyê ya Tirkiyê ser gundên Mîrkan û Kaxerê li Efrinê, jî herîkêm du sivîlên sûrî canê xwe ji dest dan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)
Xwandinê bidominê -
4 Mart
Azerbaycanê balafireke Ermenistanê xist
Artêşa Azerbaycanê di sengerên xwe yên li dijî Ermenistanê de Navgîna Hewayî ya Bêmirov (NHB) ya Ermenistanê xist. Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê de hat diyarkirin ku li herêma Axdamê NHByeke Ermenistanê hatiye xistin. Wezaretê wêneyên wê NHByê weşandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)
Xwandinê bidominê -
3 Mart
Agir bi navenda tedawiyê ket: 30 mirî
Li Azerbeycanê, li payîtext Bakuyê agir bi Navenda Tedawiyê ya Nexweşên ku maddeyên hişbir bikartînin ket û di encamê de 30 kes mirin. Li gor ragihandina wezareta rewşa Awarte ya Azerbeycanê, li navçeya Hatayî, vê sibê agir bi navendê ket. Gelek tîmên agirkujiyê û yên rizgarkirinê hatin sewqkirin bo navendê û agir hat vemirandin. Li gor agahiyan 30 kes jiyana…
Xwandinê bidominê -
Şub- 2018 -5 Şubat
Li Wanê otobus qulibî: 2 mirî û 21 birîndar
Li bajarê Wanê otobusa rêwiyan ji ber rêya bi buz ji kontrole derket û qulibî. Di Qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 21 kes jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)
Xwandinê bidominê -
Oca- 2018 -30 Ocak
Li Wanê qezaya trafîkê: 8 mirî û 2 birîndar
Li ser rêya Wan û Colemêrgê di kîlometroya 70emîn de kemyonek û otobusek li hev qulibîn. Li gorî çavkaniyên herêmî di qezaya trafîkê de 8 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn. Qeza sibehê seet li derdora 08.00an pêk hat. Piştî qezayê gelek ambulans, tîmên tendirustî û cendirmê çûne herêma qezayê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)
Xwandinê bidominê -
29 Ocak
Li Kazaxistanê ji ber berf û sermayê 223 kesan jiyana xwe ji dest dan
Ji ber berf û sermayê li Kazaxistinê pênc roje piraniya sazî û dezga karên xwe rawestandine û heta naha 223 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gor zanyariyên wezareta karên lezgîn û rizgarkirina Kazaxistanê rêjeya berf û pêla sermayê û cemedê pir zêde bûye û hemû rê hatine girtin û ev yek jî bûye sedem ku 223 hemwelatî jiyana…
Xwandinê bidominê -
29 Ocak
SANA: Di encamê êrişên balefir û top baranên Tirkiyê de 86 sivîl jiyana xwe ji dest dane
Ajansa fermî ya Hikûmeta Sûriyê, da zanîn ku di 9 rojan de, ji ber êrişên dewleta Tirkiyeyê li Efrînê 86 sivîl jiyana xwe ji dest dan 195 sivîl jî birîndar bûne. Li gor rojnameya SANAyê ku ew jî dispêre çavkaniyên herê, gelek sivîlan zirar dîtiye. Rojname îfade kiriye ku “ji roja 20ê mehê heya îro, di encama êrişên balefir û…
Xwandinê bidominê