NûçeRojhilatanavin

Ji ber agirketina nav Hotilekê li Kiraçiya Pakistanê herî kêm 11 kes hatine kuştin û 30 kes jî birîndar bûn

Ji ber agirketina îro sibê bo nav qata şeşan a Hotilekê li nîzikiya riya Fêysel li bajarê Kiraçiya Pakistanê herî kêm 11 kes hatine kuştin û 30 kes jî bi şîdet birîndar bûn.

Li gorî rapora IRIB News`ê, berpirsên temirandina êgir piştî 4 saetan karîn vî agirî bitemirînin.

Hatiye ragihandin ku 100 kes di nav vê hotilê da ketibûne ber xeterê ku hêzên alîkarîgihan karîn wan rizgar bikin.

Vesîm Exter şaredarê Kiraçiyê ku seredana wê hotilê kiribû ragihand ku hîn hegera vê rûdawê kifş nebûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu