EfrîqaNûçeRojhilatanavin

NY: Bila destwerdanên derveyî li Lîbîyê bên sekinandinê

Şandîyê Taybet ê NY bo Lîbîyê xwest ku pevçûn, kuştin û destwerdana derveyî di karên Lîbîyê de bên sekinandinê.

Gessan Selame Nunerê Taybet ê NY di Karên Lîbîyê de pêgirî kir ku hewil dide nakokîyên di navbera welatên curbicur liser Lîbîyê de bên kêmkirinê.

Selame hin alîyên şêrr li Lîbîyê bi xîyanet û xistina ber metirsîya rûxanê ya serwerî û yekperçetîya wî welatî tawanbar kirin.

Dewleta Tifaq Netewî ya Lîbîyê jî ku NY pişta wê digire, ragihand ku êrişên şeva buhurî ser şarê Misratê ji hêla balafirên cengê yên bîyanî ve pêk hatin.

Başa dön tuşu