NûçeRojhilatanavinYemen

NY: Êrişa Hevalbendiya Siûdî ser bajêr diqewme bibe sedema kuştina 250 hezar kesî

Berpirseke Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser êrişa Hevpeymaniya Erebî ya bi pêşengiya Erebistana Siûdî li hemberî bajarê el-Hadideya Yemenê got: “Diqewme ev êriş bibe sedema kuştina 250 hezar kesî.”

Kordînatora Alîkariya Însanî ya NYê Lizzie Grande di axaftina de Hevpeymaniya Erebî ya bi pêşengiya Erebistana Siûdî hişyar kir û got: “Êrişa vê hevpeymaniyê ser bajarê el-Hadideya Yemenê eger dirêj dewam bike diqewme bibe sedema kuştina 250 hezar kesî. Di dorpêçekê dirêj a li hemberî el-Hadide de dibe jiyana bi sedan hezar însanên sivîl têkeve talûkê.”

Bajarê el-Hadide li qiraxê Deryaya Sor e û lîmana wê ji hêla stratejîk ve pir girîng e. Alîkariya Yemenê ku ji aliyê saziyên însanî yên navneteweyî we têne şandin ji sedî 70yê wê ji vê limanê têne belavkirin, lê şer û pevçûnên herêmê bi taybetî desdirêjî û êrişên Hevpeymaniya Erebî ser vî bajarî ewlehiya rêyên bajêr dixe xeterê.

Li gor agahiyên ku NYê dane niha nêzîkî 600 hezar sivîl li derdora bajarê el-Hadideê dijîn.

Başa dön tuşu