IraqNûçeRojhilatanavin

NY: Li Iraqê heta niha 12 hezar kes hatin kuştin

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), di sala 2016an de li seranserê Iraqê di encama bûyerên teqîn û tundiyan de 12 hezar û 38 kes hatine kuştin.

Mîsyona Alîkariya Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMI) derbarê hejmara mirî û birîndarên di sala 2016an yên li Iraqê raporek belav kir. Di raporê de tê gotin ku di sala 2016an de di seranserê Iraqê de di encama bûyerên teqîn, şer û êrişan de 12 hezar û 38 kesan jiyana xwe ji dest dane û 14 hezar û 411 kes jî birîndar bûne.

Agahiyên derbarê teqîn û bûyerên tundiyê de bêhtir ji parêzgehên Bexda, Selahadîn, Mûsil, Kerkûk, Enbar û Diyalayê hatine tomarkirin lê herî zêde li Bexdayê teqîn çêbûne.

Li gorî raporê, di bûyeran de 6 hezar 492 hemwelatiyên sivîl û 5 hezar û 456 kes jî karmendên ewlekariyê hatine kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu