IraqNûçeRojhilatanavin

Operasyona kontrolkirina balafirgeha Mûsilê dest pê kir

Hêzên iraqî ji bo kontrolkirina Balafirgeha Navdewletî ya Mûsilê ya ku DAIŞ kontrol dike dest bi operasyonê kir.

Tora Medyayê ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Iraqê wiha ragihand: “yekîneyên zirxî û hêzên polîsên federal ji bo vegirtina balafirgeha Mûsilê û baregeha leşkerî ya EL Xezlanî ya li başûrê Mûsilê operasyoneke berfireh da destpêkirin.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku balafirên şerî yên Hêzên Hewayî yên Iraqê jî piştgiriyê didin operasyonê.

Serokwezîrê Iraqê Heyder El Ebadî yekşema borî ragihandibû ku vegirtina aliyê rojavayî yê Mûsilê ji DAIŞê dest pê kiriye.

Çavkaniyên leşkerî eşkere dikin ku 60 hezar leşkerên iraqî ji sê eniyan ve beşdarî operasyona navborî dibin.

Herwiha Hêzên Iraqê meha borî aliyê rojhilatî yê Mûsilê ji destê DAIŞê derxistibû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu