ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêgirîya pêşnimêjê nimêja înîyê yê Têhranê ser têkoşîna li hemberî her cure gendelîyekê

Pêşnimêjê nimêja înîyê yê Têhranê xwest ku têkoşîneke teqil li hemberî her cure gendelîyekê bê meşandin.

Ayetulah Ehmed Xatemî pêşnimêjê nimêja înîyê yê Têhranê bal kişand ser hevdîtina vê dawîyê ya serokomar û desteya wezîran digel rêberê giranqedir ê inqilabê û şîret û temîyên wî têkildarî xurtkirin û parastina helwest û morala şorêşgerane, piştkutana li potansîyel û berhemanîna navxweyî, cihanîna deqîq a sîyasetên aborîya ser bingeha berxwedanê û got: Divê li hemberî her cure gendelîyekê têbikoşin nemaze li hemberî gendelên ku beyt ul malê didizin.

Pêşnimêjê nimêja înîyê yê Têhranê herwiha got: Di warê şopandina gendelan de esas destûr e û divê li hemberî gendelan her kes an dezgehek dibe bila bibe, divê bi awayekî teqil û vebirr bisekinin.

Ayetulah Xatemî bi gotina vîya ku ji bo têkoşîna li hemberî gendelîyê, çavdêrîya aşkira û nihênî ya dezgehên çavdêrîyê pêwîst e, pêgirî kir: Divê raporeke zelal, aşkira û deqîq raberê gel ku xwedîyê sereke yê pergalê ye were kirinê.

Pêşnimêjê nimêja înîyê yê Têhranê li dewama xutbeyan got ku hevkarî û danuistaindina dewletê bi welatên curbicur re ser bingeha destûra bingehîn a Komara Islamî ya Îraên ye û dîyar kir: Li gorî sîyaseta rûmet, zanebûn û mesilhetê divê bi welatên dinyayê re bikevin têkilîyê û şandîyên vê dawîyê yên serokomar bo welatên curbicur ji bo ragihandina sîyaset û helwestên pergala Komara Islamî ya Îranê ser vî esasî pêk hatîye.

Başa dön tuşu