ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêkutiya Zerîfi li ser şopandina cihanîna rêketinama navokî li Civîna New Yorkê

Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Komara Islamiya Îranê ku serdana New Yorkê kiriye bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê Can Kêrî ra li bara cihanîna rêketinama navokî gotûbêj pêk anî.

Zerîf ku jibo pişkdariya li civîna Pêketina mayinde û merasima wajokirina sozên Konvansiyona Guhertinên Av û Hewayê serdana New Yorkê kiriye, li rex vê civînê li bara pêvajoya cihanîna rêketinama navokî jî ligel wezîrê karên derve yê Amerîkayê gotûbêj pêk anî.

Zerîf bi pêkutiya ser şopandina cidî ya cihanîna rêketinama navokiya Îranê û Koma 5+1`ê got: Em bi dû viya nebûne ku me têkiliyeke aborî bi Amerîkayê ra hebe tevî ku tu astengiyek ser riya têkiliya saxlem a aborî ya me ligel Amerîkayê tineye lê amerîkiyan hin pirsgirêk li biryarnamên Kongira xwe hene.

Zerîfi her wiha got: Rêketinama navokî bi dû guhertina wan biryarnaman nebû belkî bi dû mudaxilenekirina Amerîkayê li têkiliyên Îranê û welatên din bû.

Zerîfi li hevpeyvînên xwe gotiye ku em tenê tiştekê ji Amerîkayê dixwazin ku ew jî eva ye ku pêşiya têkiliyên me û Ewropayê negire.

Rayedarên Îranê piştî destpêbûna cihanîna rêketinama navokî pêvajoya cihanîna wê bi awayekî deqîq dişopînin. Cihanîna dualî ya sozan pêwîstiya cihanîna rêketinama navokî ye û heke her aliyek di vî warî da sistî yan qusûriyekê bike ev yeka yê ziyanê bigihîne esasa vê rêketinamê û wê bêbandor bike. Hin kiryar û gotinên rayedarên amerîkî piştî rêketinama navokî hin şik û guman di vî warî da çêkirine. Loma yek ji pêngavên pêwîst di vî warî da şopandina cihanîna rêketinama navokî bi riyên curbicur e. Gotinên vê dawiyê yên Welîyolah Sêyf serokê Banka Navendî ya Îranê l iWaşîngtonê û rexneyên ku wî li hevdîtina tev Cek Lo wezîrê xizînedariya Amerîkayê hilêxistin, di vê çarçovê da bûne.

Komsiyoneke hevpar jî li bajarê Viyenê vê mijarê dişopîne. Armanca li babeta van kiryarana pêkanîna dilniyayiyê li bara cihanîna tam û bê qusûr a rêketinama navokî ye.

Amerîkayê berî rêketinama navokî bi sepandina qanûnên xwe yên navxweyî ser navend û dezgehên malî û bankî yên welatên din têkiliya dirafî û daraiyê ya Ewropayê û Asiyayê ligel Komara Islamiya Îranê asteng dikir.

Niha astengîderxistin ne mijara rojevê ye û pêwîst e ku hemî navend û bankên ku berê ji ber qanûnên hanê ziyan dîtine li bara viya ku di pêşerojê da yê tûşî ziyanê nebin, dilniya bibin.

Ev mijara li muzakirên vê dawiyê yên Fêdêrîka Mogêrînî berpirsa siyaseta derve ya YE`yê li Têhranê hat gengeşekirin. Hevgavê van muzakireyana, Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li hevpeyvîna tev nûçegihanê BBC`yê li bara pêvajoya cihanîna rêketinama navokî got: Amerîka divê bi awayekî zelal û aşkira bêje ku ticareta ligel Îranê tu pirsgirêk û şert û merc tineye.

Fêdêrîka Mogêrînî berpirsa siyaseta derve ya YE`yê li serdana xwe ya vê dawiyê li Têhranê di vî warî da dilniyayî da. Helbet divê em qebûl bikin ku ev pêvajoya diqewime hewcedarê demeke zêdetir be.

Niha dosiya hemî meseleyên berê li gorî nexşerêyê û di çarçova rêketinana navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê da hatiye girêdanê û ev rêketinama lihevhatinek ser bingeha qazanca her du aliyan û ser xêra hemiyan e.

Ji hêla mafên navnetewî va jî Îran ji bin barê xala 7 a menşûra NY derketiye.

Li gorî rêketinama navokî, Komara Islamiya Îranê wek welatekî xwediyê bernama biaştiya navokî, pêvajoya tam a ardûyê û mafê zengînkirina oraniyomê ye.

Helbet Îranê bi pêkutiya ser xala pêkanîna pêbaweriyê hin sînordarkirinên kifş ji hêla demê va têkildarî bernama xwe ya navokî qebûl kirine. Loma rêketinama navokî tevî hin kêmasî û lawaziyên xwe, wek lihevkirinekê li asta Konseya Ewlehiya Ny li halê cihanînê ye. Loma tu delîl û hecetek jibo dewama astengîderxistina Amerîkayê ser riya cihanîna rêketinama navokî nayê qebûlkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu