AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Pêngavekî dine Yeketiya Ewrûpa bona sekinîna li hemberî boykotên Amerîka yên dijî Îranê

Konseya derveyî ya Yeketiya Ewrûpa biryar girt ku bona sekinîna li hemberî boykotên Amerîka yên dijî Îranê qanûnên sekinîna li hemberî van boykotên Amerîka nû bike.

Li gor rapora ajansa nûçan a Tesnîmê; Yeketiya Ewrûpa li daxûyaniya xwe ya duh duşemê ragihand ku hedefa vê Yeketiyê evaye, pêş viya ku Amerîka 7 Tebaxa 2018 pakêta nû ya boykotên dijî Îranê îcra bike, welatên ewrûpî pilanekê bona sekinîna li hemberî van boykotan îcra bike.

Gor daxûyaniya Konseya derveyî ya Yeketiya Ewrûpa, gere ku pîşiyavan boykotên Amerîka yên dijî Îranê bê girtin.

Wezîrê karên derve yên Yeketiya Ewrûpa li civîna xwe ya duh li Brûksilê rêketin ku qanûna sekinîna li hemberî boykotên dijî Îranê yên Amerîka nû bikin.

Hedefa van qanûnan jî parêzvaniyaji van kompaniyên ewrûpî ne ku dil hene li Îranê bixebitin û Yeketiya Ewrûpa ragihandiye ku eger bê û Amerîka van kompaniyan boykot bike, ev welatana dê xisareta van kompaniyan bidin.

Piştî derketina Amerîka ji nav rêketina navokî Yeketiya Ewrûpa bona parêzvaniyaji kompaniyên xwe “ qanûnên sekinîna li hemberî van boykotên dijî Îranê ji aliyê Amerîka“ pejirandin.

Başa dön tuşu