ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêşewaziya fermî ya Ruhanî ji serokomarê Endonezyayê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi fermî ji serokomarê Endonezyayê li Tehranê pêşewazî kir.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Ruhanî û serokomarê Endonezyayê Joko Widodo vê sibehê li pêşewazî û merasimeke fermî piştî lêxistina marşa neteweyî ya du welatan ji ber yekîneya teşrîfatê derbas bûn û paşê taximên bi wan re ji hevdu re dan nasandin.

Hesen Ruhanî û Joko Widodopiştî merasima pêşewaziya fermî bi hev re rûniştin ji bo gotûbêja ser meselên ku du alî dixwazin.

Li gor vê raporê li hevdîtina serokomarên Îran û Endonezyayê û herwiha li hevdîtina taximên du welatan  hevkarî û pêwendiyên du welatan li warên curbicur bi taybet li asta navçeyî û cîhanîtên hilkolandin û biryarên pêwîst tên dayîn.

Serokomarê Endonezyayê duh berêvarê bi serokatiya taximeke derecebilind gihêşte Tehranê. Biryar e ji bilî hevdîtina bi Serokê Komara Îslamî ya Îranê re ew ê bi serokê meclisa Îranê Elî Larîcanî jî hevdîtinê pêk bîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu