NûçeFilistînMisrRojhilatanavin

“Pirsgirêkên Filistînê” û “Krîza Bendava Ronesansê” mijara hevdîtinên “Sîsî-Biden” in

Duh serokomarê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî digel hevtayê xwe yê Amerîkî Joe Biden pêşhatên dawî yên doza Filistînê û kirîza bendava Ronesansê ya Etiyopyayê gotûbêj kir.

Ev yek li gorî daxuyaniya serokatiya Misrê hat, piştî ku her du serok kombûn, ku yekem car e di navbera wan de, li kêleka Lûtkeya Ewlekarî û Pêşketinê ya Ciddeyê ku ji aliyê Erebistana Siûdî ve tê lidarxistin.

Di daxuyaniya Serokatiya Misirê de hat ragihandin ku Biden û Sîsî ji “hevdîtina yekem” a di navbera xwe de pêşwazî kirine.

Wî diyar kir ku her du aliyan li ser “aliyên hevkariya dualî û çawaniya rûbirûbûna encamên rewşên cîhanî yên girêdayî kirîza xwarinê û astengkirina dabînkirina enerjiyê, û gotûbêj li ser pirsa Filistînê û rêyên vejandina proseya aştiyê (ji dema rawestandina 2014) û pirsgirêka Bendava Ronesansê ya Etiyopyayê ya Mezin.”

Li gorî daxuyaniya Misrê, “Serokkomarê Amerîkayê ji bo rola sereke ya li agirbesta navbera aliyên Filistînî û Îsraîlî û însiyatîfên ji nû ve avakirina Xezayê de, spasiya xwe ji rêveberiya Amerîkayê re anî ziman.”

Di heman demê de Sîsî tekezî li ser giringiya gihîştina çareseriyeke dadmend û berfireh kir ku mafên gelê Filistînê û avakirina dewleta wan a serbixwe li gorî referansên navneteweyî garantî bike.

Wî diyar kir ku Misir dilgiraniya hevkariyê bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re ji bo gotûbêjkirina riyên vejandin û pêşdebirina pêvajoya danûstandinên Filistîn-Îsraîlî.

Derbarê Bendava Ronesansê ya Mezin a Etiyopyayê de, Sîsî tekez kir: “helwesta Misirê ya teqez li ser pêwîstiya gihandina rêkeftineke qanûnî ya girêdayî ji bo proseya tijîkirin û xebitandina bendavê, bi awayekî ku ewlekariya avê ya Misrê biparêze û berjewendiyên hevpar ên her sê welatan pêk bîne.” Misir, Etiyopya û Sûdan).

Di dema ku danûstandinên sê alî yên derbarê bendavê de ev nêzîkî salek e cemidandibûn, Qahîre û Xartûm bi israr in ku pêşî bigihîjin rêkeftinek sê alî li ser dagirtin û xebitandina bendavê ji bo misogerkirina berdewamiya herikîna para xwe ya salane ya ava Nîlê.

Başa dön tuşu