CîhanNûçeRojhilatanavin

Piştevaniya serokkomarê bijartî yê Amerîkayê ji Îsrayîlê

Serokwezîrê Rejîma Siyonîstî ragihand ku piştevaniya Donald Trump serokkomarê bijartî yê Amerîka ji Îsrayîl eşkera ye.

Benyamîn Netanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî li gotûbêja xwe ya tev telivîzyona C.B.S`ê ku tenê bijareyek ji vê gotûbêjê belav bû regihand; Nêrîna Trump ser Îsrayîlê nêhrîneke êrênî ye û ew nêhrîna jî qet nayê guhartin.

Li vê barê da hatiye ragihandin ku malbata Card Koşnêr zavayê Donald Trump vê dûmahîkê bona bajarokçêkirinê, alîkariyên aborî daye Rejîma Siyonîstî.

Pêştir jî Denî Danûn nûnerê Rejîma Siyonîstî li Rêxistiya Netewên Yekgirtî ragihandibû ku Trump pêbendî hemû soz û qirarên xwe tev Îsrayîl e.

Trump li gotinên xwe yên propagandaya serokkomariya Amerîkayê bi caran piştevaniya xwe ji Rejîma Siyonîstî ragihand. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu