EwropaMafên MirovanNûçe

Polêsan camiya ku li Swisrayê rastî êrişê hatibû mor kir

Polêsên Swisrayê camiya bi navê Islamisches Zentrumê ku li bajarê Zurihê rastî êrişa çekdarî hatibû û kes birîndar bibûn mor kir.

Piştî êrişa camiya bajarê Zurihê ku duhî seet li 17.30an pêk hat, polêsan rêyê derdora camiyê ji çûn û hatina trafîkê re girtin û operasyoneke berfireh da destpêkirin. Polêsên ku li derdora êrişa camiyê xebatên xwe yên lêgerîn û lêkolînê didomîne 300 metroyî dûrî camiyê di binê pira Gessnerê de cesedek û demançeyek dît. Polês derheqê cesed û têkiliya wî ya bi êrişê re tu daxuyanî neda.

Ji aliyê din ve polêsên Zurihê kul i herêma bûyerê xebatên xwe yên lêgerîn û lekolînê qedandin camiya Islamisches Zentrum mor kir û ji herêmê veqetiya. Derheqê vekirina camiyê de tu agahî nehat parvekirin. Herwiha berdevkê polêsê Zurihê Marco Bisa di daxuyaniya xwe de gotibû kesekî nasnameya wî ne diyar ketiye nava camiyê û êriş pêk anî, di êrişê de 2 jê giran 3 kes birîndar bûn. Li gorî çapemeniya Swisrayê hersê birîndar jî somalîlî ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu