ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: “Bila welîehdê şerxwaz ê siûdî li qedera hetmî ya dîktatorên navçeyê bifikire“

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê wek bersiva bo rûçirîtî û bêşermiyên welîehdê siûdî derbarê rayedarên Îranê, got: “Bila welîehdê şerxwaz ê siûdî li çarenivîs û qedera hetimî ya dîktatorên navçeyê bifikire“.

Welîehdê Erebistanê, Mihemed Bin Selman li hevpeyivîna bi rojnameya amerîkî ya New York Times`ê bi axaftinekê ku ji ber hêrsa wî ya giran ji têkçûnên siyasî yên Erebistanê li Rojhilata Navînê bû, gotinên qirêj li dijî rayedarên Komara Îslamî ya Îranê hilêxistin.

Li gorî rapora roja Îniyê ya IRIB News`ê, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Behram Qasimî got: “Şaşitiyên welîehdê şerxwaz ê siûdî ku babeta wê ya herî nû riswatî û aşkirabûna destwerdana li karên navxweyî yên Libnanê bû, hevpeymanên kevn û qedîmî yên Erebistanê jî xistine nav zehmet û dijwariyan“.

Qasimî her wiha got: “Liv û tevgerên nepijyayî û xav û gotinên qirêj û neberaqil ên Welîehdê Siûdî bûye sedem ku kesek li cîhanê û warê navneteweyî da nirx û hitbarê nede gotinnê wî“.

Komara Îslamî ya Îranê bi caran tevî pêgiriya li ser vê yekê ku Erebistana Siûdiyê hema wisa siyaset û helwêsta xwe ya şaş, pirxerc û bêencam ên salên bihurî li navçeyê didomîne, bi bîr xistiye ku Riyaz divê bi dûrfikirînê û li ser sasa berpirsiyarî û mesleheta xwe, rastiyên navçeyê bi durustî û bêyî serhişkî û tasîbê û bi dûr ji her cûre rikeseriyê qebûl bike.

Başa dön tuşu