NûçeÎranRojhilatanavin

Qeter: “Em hewldana xwe ji bo hevhatina Îranê û Welatên Rojavayî didomînin”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê li ser dewama hewldana ji bo nêzikkirina nêrînan navbera Îranê û Welatên Rojavayî di gotûbêjên Navokî da tekez kir.

“Muhemed bin Ebdurrehman Alê Sanî” Wezîrê Karên Derve yê Qeterê roja Yekşemiyê di serdana xwe ya bo Tehranê da digel “Hisên Emîr-Ebdullahiyan” hevpîşeyê xwe yê îranî hevdîtin û gotûbêj kir.

Li gorî rapora IRAN Press’ê, “Macid Ensarî” Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê êvara Çarşemiyê derbarê serdana “Muhemed bin Ebdurrehman Alê Sanî” Wezîrê Karên Derve û Alîkarê Serokwezîrê Qeterê bo Îranê, got: “Heta niha ti amadekariyek ji bo destpêkirina dora nû ya gotûbêjên navbera Îranê û Welatên Rojavayî derbarê Bernameya Navokî ya Îranê tune.”

Wî got: “Lê navcîtiya Qeterê ji bo raberkirina pêşniyazan bi mebesta hêsankirina vegeriyana aliyên têkildar bo muzakireyê didome û ev rolgirtina Dûhayê wê heta wajokirina Lihevkirinameya Navokî ku ewlehî û aştiyê li navçeyê misoger dike, neyê rawestandin.”

Başa dön tuşu