ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî: Hejmonîya navçeyî pişkek ji hêz û ewlehîya Îranê ye

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ya Îranê vê sibê li hevdîtina digel sefîr, kardar û berpirsên Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Hejmonîya navçeyî pişkek ji hêz û ewlehîya Îranê ye û paşxane û palpişta stratejîk a welêt tê hesêb, lewma dijmin li dijî wê ne.

Hezretê ayetulah Xaminêyî, dijberiya Amerîkayê li hemberî “şîyana navokî û zengînkirina uranîyomê ya di asta bilind de û herwiha hejmonîya Îranê li herêmê“ encama kîn û dijminatîya kûr a wan li hemberî unsurên iqtidara Nizama Islamî da zanîn û got: Amerîkî lê digerin cîgeha xwe ya li Îrana berî Inqilaba Islamî bi dest bixin û kêmtir ji vê yekî jî qebûl nakin.

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî berfirebûna peywendîyên çendalî û nemaze yên dualî û berçavgirtina qewareyên herêmî pêwîst zanîn û got: Sefîr û nûnerên Îranê li derveyî welêt divê tam haya wan ji potansîyel û şîyanên gel û welêt hebe.

Wî bal kişand ser cinayetên ewropîyan û rojavayîyan li welatên ku dagir dikirin an li welatên ku ji xwe re kiribûn kolonya, bisînorbûna demokrasîya welatên rojavayî li qanûn an navendên taybet, dîktatorîya hizbî li Amerîkayê û hin welatên ewropî û herwiha cinayetên niha yên welatên rojavayî ji wan hevdestîya digel siûdîyan di warê kuştina gelê Yemenê de û got: Welatên rojavayî sembola binpêkirina mafên mirovan in, lê bi rûsorîyeke tam Îranê tawanbar dikin bi awayekî ku carina mirov ji ber giranîya vê rezaleta û bêşermîya wan dimîne heyrê.

Hezretê ayetulah Xaminêyî bal kişand ser axavtinên berdewam têkildarî vîya ku Amerîka ne ya pêbawerîyê ye û got: Ez ji berê va vê xalê bibîr dixim ku mirov nikare bawerîya xwe li gotin û heta wajoya amerîkîyan bîne, lewma muzakireya digel Amerîkayê hîç xêra xwe tineye.

Rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî çalakirina potansîyelên welêt ên ku nehatine bikaranînê yan kêm hatine bikaranînê girîng da zanîn û got: Bila muzakireya digel ewropîyan neyê qutkirinê lê nabe ji ber pakêta Ewropayê mehtel bimînin belku divê gellek karên pêwîst li nav welêt bên şopandin.

Başa dön tuşu