ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Rayedarên Erebistanê maqûl nîne û pêngavên beraqil ranakin û di rêyeke şaş da ne

Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê îro li civîna çapemenîyê ya heftane ligel nûçegihanên navxweyî û derveyî li bara pêşnîyara Rîyazê jibo pêkanîna yêketîya welatên Kendava Farsê bêyî pişkdarîya Îranê û dûrxistina Komara Islamî ya Îranê ji Sazîya Hevkarîya Islamî got: Hilêxistina pêşnîyarên bi vî rengî hasila pirsgirêkên navxweyî yên Erebistanê ye.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li bara plana Stêfan Dî Mîstora nunerê taybet  sêkrêtêrê giştî yê NY li karên Sûrîyê ku wer xûya dike yê bibe sedema perçebûna vî welatî jî got: Planên ku li bara Sûrîyê tên raberkirinê, demkî ne û tu yek ji wana nekarîye bi hegerên lihevalîyayîbûên meydanî û sîyasî yên Sûrîyê cih bên.

Berdekê wezareta karên derve ya Îranê di bersiva pirsa nûçegihanê me da jî li bara ragihandina amadebûna Kuweytê jibo mazûvanîya NATO`yê di çarçova berfirekirina hevkarîyên Kuweytê ligel vê sazîyê got: Dilxweşkirina bi sazî û dezgehên serbazî û neserbazî û welatên bihêz jibo welatên navçê û piştkutana li wan rêbazeke baş nîne.

Qasimî pêkutî kir ku ewlehî û istiqrara navçê tenê yê bi saya şêwirîn û hevkarîya welatên navçê bê dabînkirinê û hatina hêzên bîyanî bo navçê tu wexta pirsgirêk çareser nekirîye û mixabin me di salên buhurî da dît ku bûye hecetek jibo bêistiqrarî, bêewlehîtî û zêdebûna pirsgirêkên navçê. 

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê herwiha qedrê delweta Iraqê ji ber mazûvanîyê û dabînkirina ewlehîya zîyaretkirên tirba hezretê îmam Hisên (S) di merasima çilê wî hezretî da, girt û got: Li gorî nifûsa berfire ku li vê merasimê pişkdar dibin, kontrolkirina karûbarab dijwar e lê, hewl hat dayîn ku karûbar di asta pêkan da pêk bên. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu