FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Rola berbiçav a Haşimîyê Refsencanî li piştgirîya ji berxwedana Filistînê

Berpirsê peywendîyên navnetewî yê tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê (HAMAS) got ku ayetulah Haşimîyê Refsencanî roleke pirreng li piştgirîya ji berxwedana filistînîyan hebû.

Osame Hemdan Berpirsê peywendîyên navnetewî yê tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê (HAMAS) îro li gotûbêja ligel navenda ragihandinê ya Filistînê, tevî sersaxîdayîna ji ber koça dawîyê ya ayetulah Haşimîyê Refsencanî bo rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî û gelê Îranê got: Komara Islamî ya Îranê yek ji rayedarên herî berbiçav ên inqilaba xwe yê li dijî zilim, zordarî û dîktatorîya pergala şahenşahî ku xwe bi rêjîma sîyonîst  û piştgirên wê va girêdabû, ji dest da.

Hemdan pêkutî kir ku gelê Fiilstînê jî bi vî awayî mêrekî mezin ê piştgirê berxwedana gelê xwe ji dest da ji ber ku ayetulah Haşimîyê Refsencanî roleke pirreng li piştgirîya ji berxwedana filistînîyan hebû.

Ayetulah Haşimîyê Refsencanî serokê civata kifşkirina berjewendîyên nizama Komara Islamî ya Îranê şeva buhurî ji ber rawestana dil di temenê 82 salîyê da li nexweşxana Şuheda ya Tecrîşa Têhranê emrê Xwedê kir (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu