ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Dijmin bi dû komployeke nû li navçê ye

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Dijmin piştî işkesta komployên curbicur, niha bi dû nexşe û komployên nû li navçê ne.

Li gorî rapora kanala Al Alamê, Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê îro piştî civîna serokên her sê dezgehên birêvebirê welêt li Têhranê li koma nûçegihanan bal kişand ser serketinên gelê navçê li hemberî têrorîsmê û got: Roja îro gelê Iraq, Sûrîye û Libnanê bi piştevanîya artêşên xwe û piştgirîya welatên dost nemaze Komara Islamî ya Îranê karîn ku hema bêje ji van pirsgirêkana rizgar bibin û meseleya têrorîsmê li halê kutabûnê ye.

Rûhanî herwiha got: Nexşeya dijmin ji bo perçekirina welatan û lihevdana sînorên cografîyayî li navçê pêrgî işkestê bû lewma roja îro bi hegera van serketinan asayî ye ku Amerîka, Rêjîma Sîyonîst û dûvikên wan hêrs û aciz bibin.

Rûhanî herwiha got: Li meseleya Yemenê zêde ji 2 salan e ku gelê hejar ê vî welatî didin ber bombeyan, nexweşîya Kolêreyê berbelav bûye û gel di nava xelay û birsîbûnê de dijî û sînorên deryayî û hewayî ji bo ku alîkarî negihêjin destê vî gelî girêdane û eva nayê tamulkirinê.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Rewşa niha ya navçê nîşan dide ku dijmin bi dû nexşe û komployên nû li navçê ne û pêwîst e ku gelên herêmê di vî warî de hişyar bin û berpirs jî planên pêwîst darêjin.

Rûhanî herwiha got: Hemî mêdya, kargêr û rêvebirên şebekeyên civakî û dezgehên curbicur ên ragihandinê divê baldar bin ku biryar û armanca zilhêzên cîhanê nemaze Amerîkayê bêhêvîkirina gel e lewma divê her kes hişyar û baldar be ku nekevin vê defika dijmin.

Rûhanî li dawîyê qedrê gelê birûmet ê Îranê ji ber pişkdarîya li meşa berfire û cîhanî ya çilê Îmam Hisên (S) û gel û dewleta Iraqê jî bi hegera mazûvanîya zîyaretkirên tirba vî îmamî girt.

Başa dön tuşu