ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Hemaseya 9`ê Dêymehê, nîşana evîna gelê Îranê li hemberî hikimdarîya Welîyê Feqîh û pergala islamî bû

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê, Hemaseya 9`ê Dêymehê, nîşana evîna gelê Îranê li hemberî hikimdarîya Welîyê Feqîh û pergala islamî zanî.

Rûhanî îro li civîna pisporîyê ya Civata Çavdêrî û lêgerînê li Têhranê li bara pişkdarîya bicoş a gelê Îranê li meşa roja 9`ê meha Dêyê ya sala 1388`ê (7 salan berî niha) û pêkutî kir ku gelê Îranê di wan rojan da hesta vîya kirin ku bêrêzî li durişm û rismên dînî û îmam Hisên (S) hatîye kirinê û ji ber evîna xwe ya bêsînor a li bara wî îmamî û berevanîya ji rêya rast û heqîyê, binemala pêximberîyê, pergala Komara Islamî ya Îranê û hikimdarîya welîyê feqîh, ew hereketa mezin û berfire kirin.

Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê jî îro di civîna meclisê da bal kişand ser salroja hemaseya 9`ê Dêyê û got: Gelê Îranê heyamekê piştî fitneyên curbicur nemaze piştî kiryara kirêt û rezîl a di roja aşûraya sala 2009`ê da bi amadebûna berfire û hevdeng li meydanê, careka din vîyana xwe jibo piştgirîya ji Inqilaba Islamî nîşan dan.

Serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê pêkutî kir: Di wê dema hestyar da ku Amerîka û hin welatên rojavayî û herwiha sîyonîst bi fêl û fendan bi dû alozkirina rewşê û xapandina gel nav Îranê da bûn, gelê Îranê bi amadebûna xwe ya demê da li meydanê, hemî nexşe û pîlanên wan jibo destpêkriina macerahezîyeke nû li Îranê pûç derxistin.

Gelê Îranê li meşa xwe ya berfire di roja 9`ê meha Dêyê ya sala 1388 (30 kanûna 2099`ê)bi ragihandina dûrbûna xwe ji binpêkirên qanûnn û isûlan li civakê, bersiveke qehîm û vebirr li hemberî fitnekaran dan ku bi heceta sextekarîya li dehemîn dewra hilbijartinên serokomarîya Îranê, rêyeke şaş girtibûn ber xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu