ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Îranê li gotûbêjan hêza xwe ya siyasî nîşan da

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Îranê li gotûbêjêîn navokî bi selimandina mafên xwe karî ku hêza xwe ya siyasî binimîne.

Serokê Komara Islamî ya Îranê, Hesen Rûhanî berêvariya yekşemiyê, 14`ê Tebaxa 2016`an, li dewama sefera xwe bo parêzgeha Kehkîloye û Bûher Ehmedê li civîna sermayedanîn û geşepêdana vê parêzgehê her viha got: Roja îro ji bilî Rêjîma Siyonîst û çend welatan, welatên din ên cîhanê Îranê hêzeke mezin dizanin û divê ku Îranê vê rewşê bi kar bîne.

Rûhanî got: Kiryarên Îranê li warê mijarên girîng ên aborî û di rewşa niha ya navneteweyî da peywendiya xwe ligel welatên cînar gihandiye asta baş û ligel hinekl ji welatan jî peywendiya sêqolî pêk aniye.

Rûhanî her viha got: Gişt ev kiryar û peywendî nîşan didin ku Îran li halê bidestxistina cîgeh û roleke girîng li navçeyê ye û divê vê rewşê bi kar bîne.

Serokê Komara Islamî ya Îranê rewşa navneteweyî û peywendiya baş ligel cînaran wek rewşa amade ji bo geşepêdana Îranê da zanîn û got: Îranê li çend salên dawî da ji bilî peywendiyên duyalî, peywendiyên sêqolî ligel Efxanistan û Hindê her viha Komara Azerbaycan û Rûsiyê pêk aniye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu