ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Ji bo parastina erd û netewê xwe em îzn û destûrê ji ti kesî nastînin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Netewê Îranê hertim aştî û ewlehiya navçê û cîhanê dixwaze û hertim piştgiriya mezlûmên cîhanê dike û ji bo parstina erd û netewê xwe em îzn û destûrê ji ti kesî nastînin û ti qawet û hêzxurtek jî nikare rê li ber rawestana me bigire.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî îro li merasima birêzveçûna hêzên çekdar ên Îranê li Tehranê desnîşan kir ku hêzên çekdar û karîna Îranê ya parstinê hertim ji bo edlandina aştiyê û parstina şerefê bûye û got: Îranê ticaran hêzên çekdar û qawet û karîna xwe ya parastinê bona dagîrkirin û desdirêjiya ser welatên din peragal û amade nekiriye û bikar neaniye.

Ruhanî desnîşan kir ku çek û hêza leşkerî ya Îranê ji bo parastina me bi xwe û netewên navçê li hemberî desdirêjiya hêzxurtan û terorîstan  e û got: Ewên ku bi gotinên sar û bi îhanet û zorbêjiyê nêzîkî xelkê Îranê dibin, dem û rojekê komên terorîst pêk anîn û çek û sîlah dan wan û ew perwerde kirin û li Efxanistan, Sûriye, Iraq û libnanê berdan dorcanê xelkê wan welatan û xelkê bêguneh û sivîl kirin gorî.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Li hemberî ew kesên ku her roj ji gelên navçê û cîhanê re pirsgirêkan çê dikin û li hemberî ewên ku şanaziyê dikin ku çek û sîlahên xopan didin zorbêjan bona ku azadiyê ji gelan bistînin û li hemberî ewên ku piştgiriya Rejîma Siyonîstî ya xwînxwar û xwînmêj dikin ku zêde ji 70 salan e wek kula qanserê desdirêjiya ser netewkî mezlûm (ê Filistînê) dike, bi tenê netewê Îranê ye ku li ber wan sekiniye û parastina mezlûman dike.

Ruhanî herwiha ber bi hêzxurtên zorbêj desnîşan kir: Çi hşn bixwazin û çi jî nexwazin em ê piştgiriya gelên mezlûm ên Yemen, Sûriye û Filistînê bikin û çi hûn bixwazin û çi jî nexwazin em ê hêza xwe ya parastinê û leşkerî zêde bikin û heta mûşekên xwe ew qas pêşbêxin ku bikare pêşgiriya desdirêjiyê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu