ÎranIraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Ruhani: Ne em bûyan DAIŞê niha 2 dewlet ava kiribû!

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand ku eger Îran li dijî DAIŞê destekarî nekira niha li Îran û Sûriyeyê dewlet ava kiribû.

Serokomar Rûhanî li paytext Tehranê di Semînera Çand, Ol û Jîngehê de gotarek pêşkêş kir û got, “Eger Îran nebûya niha Şam û Bexda ji aliyê DAIŞê ve dihat rêvebirin.”

Rûhanî got, “Terorîstan hewl dida ku rêveberiya Şam û Bexda têk bide lê me bersivek erênî da daxwaza alîkariya cîranên xwe.”

Serokomarê Îranê got, “Eger Îran nebûya fîîlî dewleta DAIŞê dihat avakirin û îro li şûna komên terorî emê rûbirûyê dewleta terorî bibûyan.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu