ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Yekgirtîbûna şîe û suniyan, esla bingehîn a înqilaba Îranê ye.

Hesen Ruhanî, serokê Komara Îslamiya Îranê, êvara sêşemiyê li civîna Konseya Bilind a Înqilaba Çandî, got: Cidatiyên ku di van salên dawiyê ser navê Îslamê hatine cihanîn û xelk têne kuştin, ji aliyê dijmin ve hatine çêkirin û li çarçoveya cihanîna pîlana îslamtirsiyê ye. Serokê Konseya Bilind a Înqilaba Çandî, herwiha bal kişand ser salvegera qebûlkirina biryarnama 598`an û operasyona Mêrsadê û destnîşan kir: Dema yek mehî ya biryara vêrekane ya Îmam Xumêynî (re) bona qebûlkirina biryranameyê heya dawiya şêrr û agirbesê, li Înqilaba Îslamî girîngiyeka zav heye û fêmkirina rast a wê demê, pêwîst e. Rûhanî destnîşan kir: Li halekê ku Îranê agirbes qebûl kiribû, dijminê beisî bi hevkariya endamên kirêgirtî yên Minafiq û xeyala serketinê, êrişên xwe zêde kirin, lê fîdakariya şervanan li başûr û operasyona Mêrsadê li rojava û şikest bi rezalet a wan, nîşan didin dijmin li hember yekperçetiya netweyî, hevdengiya hêzên çekdar û rêberiya bihêz , wê bi bertekeka dijwar re rûbirû bibe. Serokê Komara Îslamiya Îranê, bal kişand ser vê yekê ku şerrê 8 salî ku li Iraqê li ser Îranê sepand, bi şanazî û hêzê, bi dawî hat, rêz li bîr û bawera şehîdên Înqilaba Îslamî û Berevaniya Pîroz girt û ji bo gazî û canbazên serfiraz şifaya lezgîn û ji bo malbatên giranqedr ên şehîn û fîdakaran, silametî û ecr xwest. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu