ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûniştina “Peymana Navokî”ya Rûsya û Çînê li Viyenayê

Nûnerên Îran, Rûsya û Çînê duh berêvarê ji bo hilkolandina guhertinên derheq Komîsiyona Hevpar a “Peymana Navokî” di rûniştineke sê alî de li Viyanayê hilkolandin.

Li gor IRNAyê sefîr û nûnerê Îranê li Rêxistinên Navneteweyî yên li Viyanayê şeva borî bi weşandina peyamekê di Twittera xwe de rûniştina “Peymana Navokî” ku bi beşdariya alîkarê wezîrê derve yê Îranê li karûbarên siyasî Ebas Iraqçî bi rê ve çû, pir bi bandor û bi feyde da zanîn.

Îro rûniştina Komîsiyona Hevpar a “Peymana Navokî” bi beşdariya alîkarên wezîrên derve û birêvebirên siyasî yên welatên koma  çar zêdeyî yekê li Viyanayê paytexta Otrîşê  bi rê ve diçe. Di vê rûniştinê de Iraqçî serokatiya  taxima îranî dike.

Yekitiya Ewropayê hefteya bihûrî bi weşandina daxuyaniyekê diyar kir ku di rûniştina tê ya Komîsiyona Hevpar a “Peymana Navokî” de wê şêwazên ji holêrakirina pirsgirêkên çêbûyî ji ber derketina Amerîkayê ji vê peymana navneteweyî werin hilkolandin.   

Başa dön tuşu