CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Salihî: Di heyama 10 mehan da em dikarin bigihêjin 190 hezar SWU’yî

Serokê Saziya Enêrjiya Atomê ya Komara Îslamî ya Îranê bi amadebûna li navenda montaja santrîfiyojan li sayta Netenzê hêvîdarî kir ku heta meha tê tevahiya salonên vê navendê bên amadekirin.

Serokê Saziya Enêrjiya Atomê ya Komara Îslamî ya Îranê, Elî Ekberê Salihî Çarşemiyê bi şev li bernameya gotûbêja taybetî nûçeyan a Kanala Du ya Têlêvîziyona Îranê ku li sayta Netenzê pêk hat, bi bîr xist: Piştî fermanan Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî ji bo amadekirina pêdiviyên xebata berfirehkirina çalakiyên navokî, çalakiya li van navendan bi awayê lezgîn û ciddî dest pê bû.

Serokê Saziya Enêrjiya Atomê ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha ragihand: Li salonên montaja santrîfiyojan, Rutor û amaûrên din bi diqet û baldarî tên testkirin û ev derfet heye ku heta 60 maklîneyên santrîfiyojê testa kontrola wan bi tamî pêk were.

Salihî derbarê dabînkirina 190 hezar SWU’yên zengînkirina Ûraniyomê got: Heke Santrîfiyojên nifşa şeşan bên sazkirin, û derdora 60 hezar makîneyên santrîfiyoj bixebitin, Îran diakre di heyama 10 mehan da bigihêjhe asta 190 hezar SWU’yî.

Serokê Saziya Enêrjiya Atomê ya Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku ji bo pêkanîna 190 hezar SWU’ya zengînkirina Ûranyûmê di salê da hewcetî bi 300 ton Ûraniyomê heye, got: Ev rêxistin li pişka derxistin û vedîtina Ûraniyomê mijûlî xebatê ye da ku di çend salên tê da bikare vê qasa Ûraniyomê dabîn bike.

Serokê Saziya Enêrjiya Atomê ya Komara Îslamî ya Îranê qala amadebûna teqrîbî ya binavahiyên yek miliyon SWU’ya zengînkirina Ûraniyomê li sayta Netenzê kir û got: Vê demê li çarçova Lihevkirina Atomî ya di navebra Îranê û Koma 5+1’ê nasyar bi “Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar” ji bo berfirehkirina çalakiyên navokî binavahî tên amadekirin.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî berêvara Duşemiyê li Rêûrisma bîst û nehemîn salvegera Koça Dawî ya hezretê Îmam Xumêynî (RE), Xîmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê, ji aziya Enêrjiya Atomî ya Îranê xwest ku “Bilez pêdiwî û amadetiyên pêwsîst ji bo bidestxistina 190 hezar SWU’yan li çarçova Lihevkirina Atomî ya di navebra Îranê û Koma 5+1’ê nasyar bi “Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar” dabîn bike”.

Başa dön tuşu