IraqNûçeRojhilatanavin

Sê çeteyên DAIŞ`ê li rojavaya parêzgeha Enbara Iraqê hatine kuştin

Sê kes ji çeteyên koma tekfîrî û têrorîst a DAIŞ`ê li êrîşa topxaneya artêşa Iraqê li parêzgeha Enbarê li rojavaya vî welatî hatin kuştin.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya IRIB News`ê, rayedarekî ewlehiyê li erkantiya fermandetiya opêrasiyona parêzgeha Enbarê got: “Yekîneya topxaneyî ya artêşa Iraqê erebeyeka hilgira çeteyên koma têrorîst a DAIŞ`ê li navenda bajarê Raweyê li rojavaya parêzgeha Enbarê da ber êrîşan ku di encamê da sê lêniştiyên vê erebeyê hatin kuştin“.

Li ser esasa vê raporê, li êrîşa topxaneyî ya artêşa Iraqê, erebeya hilgirê têrorîstên tekfîrî hat rûxandin.

Li gorî ragihandina rayedarekî leşkerî li parêzgeha Enbarê, hêzên iraqî roja bihurî şeş gund rizgar kirin. `Ev şeş gund Beyze, Bûbiye, Ceiberiye, Seme, Melîlî û Rûmiyeyê li rojavaya bajarê raweyê li 230 Kîlomitriya rojavaya bajarê Rumadiya navenda parêzgeha Enbarê ne“.

Firokeyên şêrr û yekîneyên topxaneya artêşa Iraqê bi bombebarana baregehên DAIŞ`ê li bajarê Raweyê, xwe ji bo êrîşa dawiyê li ser vê bajarê sînorê lin rojavaya parêzgeha Enbarê amade dikin.

Başa dön tuşu