Sefîrê Îranê li Iraqê: Zêde ji 3 milyon zîyaretkir yê ji Îranê derbasî Kerbelayê bibin
Sefîrê Komara Islamî ya Îranê li Iraqê got: Tê payîn hejmara zîyaretkirên îranî û yên welatên din ku ji sînorên Îranê derbasî Iraqê bibin, heta hefteya tê ji 3 milyon kesî derbas bibe.
Îrec Mescidî îro dema seredana xwe ya bajarê Kûtê navenda parêzgeha Wasit li rojhilata Iraqê li hevpeyvîna digel nûçegihanê ajansa nûçan a IRNA`yê got: Li gorî lêzanînên herî dawîyê îsal hejmara zîyaretkirên pişkdarê merasima çilê Îmam Hisên (S) yê bi qasî 300 hezar kesî jorda here.
Sefîrê Îranê li Bexdayê herwiha got: Heta pêncşema buhurî (2`yê Mijdarê) milyonek û 700 hezar zîyarekirên îranî ji sînorên bejayî û hewayî ve derbasî Iraqê bûne.
Li gorî amaran, sala buhurî zêde ji 2 milyon zîyaretkirên îranî bi mebesta pişkdarîya li merasima çilê Îmam Hisên (S) derbasî Iraqê bûn.
Pêncşem 20`ê meha Seferê ya sala 1439`ê Koçî-Heyvî, 9`î Mijdara 2017`ê, salvegera çilê Îmam Hisên (S) sêyemîn îmamê şîeyên cîhanê ye. Her sal bi sedan hezar zîyaretkirên îranî bi merema pişkdarîya li merasima çilê Îmam Hisên (S) diçin Kerbelayê (BANGÊ ÎSLÂMİ).