ÎranNûçeRojhilatanavin

Sekinîşna Zerîf li ser berfirekirina pêwendiyên parlemanî navbera Îran û Komara Çekê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê ji bo têkeliya bi parlemana Komara Çekê re amade ye.

Li gor rapora IRNA, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf îro li hevdîtina serokê parlemana Komara Çekê Yan Hamaçek li Peragê paytexta vî welatî de diyar kir ku li meha Çileyê serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê Elî Larîcanî li çarçova berfirekirina pêwendiyên parlemanî yên du welatan wê serdana Komara Çekê bike .

Zerîf herwiha anî ziman ku rewş bona berfire û zêdebûna pêwendî û hevkariyên Îranê û Komara Çekê li warên curbicur ên wekî enerjî, tûrîzm û pêşeyên curbicur amade ye û got ku hevrêbûna taxima derecebilind a ticarî li Peragê bi xwe nîşana îrade û viyana cidî ya Tehranê ye bona berfirekirina pêwendî û hevkariyên xwe tev Komara Çekê.

Serokê parlemana Çekê jî sefera pêşerojê ya serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê bo Komara Çekê wek meseleke girîng li pêwendiyên du welatan da zanîn û got: Kompaniyên Çek amade ne li beşên taybetî û dewletî bi Îranê re hevkariyê bikin û divê ku mijar bo hevkariyên aborî yên du welatan bi lez amade bibe (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu