AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Şerê aborî yê Emerîkayê li dijî gelê Îranê bi terorîzmê re ferq nake

Wezîrê karên derve yê Îranê li hevpeyvîna bi medyayeke emerîkî re teqez kir şerê aborî yê Emerîkayê li dijî gelê Îranê di pratîkê de ferqek bi terorîzmê re tine.

  Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê li hevpeyvîna taybet bi CNN`ê re got ku Donald Trump serokkomarê Emerîkayê vê dawiyê raghand ku li halê şerê aborî bi Îranê re ye. Şerê aborî tê wateya  êrişa ser gelê Îranê yanê êrişa ser welatiyên sivîl û hewldana  bona  bêparkirina  wan ji pêwîstiyên jiyanê û karekî wiha hema tê wateya terorîzmê.

 Wî li bara serederiya Îranê ji siyasetên  vê dawiyê yên Emerîkayê destnîşan kir: Çawa ku pir kes li Emerîkayê dibêjin, pirsgirêk eva ye ku dewleta  niha ya Emerîkayê siyaseta derve tine û siyaseta xwe ya derve  ser esasa qiyasa bi siyasetên  navxweyî  datîne ku nikarin bo karûbarên  derve jî temîm bidin.

 Wezîrê karên derve yê Îranê wek berteka li hember îdiaya  piştgiriya Îranê ji terorîzmê got: Emerîka û hevpeymanên  wê li navça rojava  Asiyayê  piştgiriya  El-Qaidê, Taliban, DAIŞê û bereya El-Nusre dikin li halkeê ku  Îran li hember DAIŞê û El-Qaidê sekiniye û li hember wan  şêr kiriye.

 Zerîf li bersiba îdiaya  vê dawiyê ya  Waşengtonê derheq vê yekê ku Îran gefê li berjewendiyên  Emerîkayê li Rojhilata Navîn dixwe û got: Rojaa Asiyayê navça me ye. Emerîka hatiye vir û li derdora Îranê meqerên eskerî ava kirine.

 Îran kontrola tu komekê nake belkî bijarteyên dursut hene lê Emerîkayê bi caran dest bi bijartinên şaş kirine.

  Wezîrê karên derve yê Îranê li bara  hin hewldanan ku hatine kirin ku  bûyerên vê dawiyê yên li navçê li Îranê girêdin , jî got: Siyasetên  Emerîkayê li navçê jêre gelek dijmin pêk anîne û ev dijmin bêyî berçavgirtina  xwestekên  Îranê li dijî Emerîkayê kar dikin.

Başa dön tuşu