ÎranNûçeRojhilatanavin

Serleşker Selamî: Qudreta istixbaratî ya Îranê bûye sebeba tirsa dijmin

Qumandê giştî yê Sipahê Pasdarên inqilaba islamî ya Îranê ragihand ku Qudreta istixbaratî ya Îranê bûye sebeba tirsa dijmin.

Serdar Serleşker Husên Selamî qumandê giştî yê Sipahê Pasdarên inqilaba islamî ya Îranê li civîna îro çarşemê ya istixbaratî ya Sipahê pasdaran li Têhranê bal kişande ser pîlanên curbicure dijmin dijî nizama Komara islamî ya Îranê û got: Girtina berpirsê serekeye tora civakî ya Amad News`ê desthata pilanekî dirust û bi huşmendî ji aliyê hêzên îranî bû.

Qumandê giştî yê Sipahê Pasdarên inqilaba islamî ya Îranê bal kişande ser pêwîstiya naskirina operasiyona pîskolojîke dijmin û ragihand: Îqtedara istixbaratî binyata sreke bona girtina pîşiya dijmin e xercên rûbirûbûnê jî kêm dike û zimaneta ewlehî û tenahiya civatê ye.

Sipahê Psdarên Inqilaba islamî 14 Cotmehê Rohullah Zem ji berpirsên serekeye medyayên dijmin û berpirsê tora civakî ya dijmin ya Amad News`ê li operasiyonekî bi hişyarî girtin.

Başa dön tuşu