NûçeRojhilatanavinYemen

Sernixûnbûna balefirê bê pîlot ê Erebistanê li Cîzanê

Yekîna berevaniya hewayî ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê balefira bê pîlot a sîxoriyê ya Erebistanê li Cîzanê sernixûn kir.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Yekîna  berevaniya hewayî ya Yemenê roja îniyê, balefira  bê pîlot  a sîxoriyê  ya destdirêjkirên  siûdî di dema   firîna  ser esmanê navça El-Herîqê li Wadî Carê ya parêzgeha  Cîzanê li başûrê Erebistanê da ber êrişan.

Yekîna  berevaniya hewayî ya artêşê û komîteyên  gelanî yên Yemenê, 9 Cotmehê jî du balefirên  sîxoriyê yên Erebistanê li navça  El-Şebekê li rojhilata  Cebel El-Dodê li Cîzanê sernixûn kir.

Artêş û komîteyên  gelanî yên Yemenê her wiha îro bi avêtina hawanê dozereke  eskerî ya destdirêjkirên  siûdî li rojhilata  Cebel El-Dodê li Cîzanê têk birin.

Li gorî vê raporê, hejamrek ji eskerên  erebistanî jî li encama  bombeyên  bichkirî li navça Meholê li Cîzanê hatin kuştin û birîndar bûn.

Erebistanê bi piştgiriya Emerîka, Îmarat û çend welatên  din ji Adara 2015` an  dest bi destdirêjiya eskerî ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî kiriye. Li encama şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên  wê li Yemenê heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin, û bi dehan hezar kes birînadr bûne û bi milyonan yemenî jî aware bûne.

 Destdirêjiya eskerî ya Erebistanê her wiha  welatê xizan ê Yemenê rastî kêmasiya  xwarekê û dewa dermanan aniye.

Başa dön tuşu