NûçeRojhilatanavinSûriye

Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad: Hevdîtina ligel Trump tenê wendakirina demê ye

Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad diyar kir ku niha hevdîtineke ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump tenê wendakirina demê ye.

Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad di gotûbêja xwe y ji bo kanala Rus NTVyê de li ser pirsa, “Niha hevdîtineke ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump çi qas guncaw e û hûn ji bo hevdîtneke wisa amade ne”ev tişt gotin:

“Pirsgirêka serokên Amerîkayê ew e ku ji aliyê lobîkaran ve hêsîr hatine girtin. Ev kes dibe ku tiştên bi dilê te bibêjin, lê berovajiyê wan tiştan dikin. Pirsgirêk jî ev e jixwe û ev rewş jî her ku diçe xirabtir dibe. Trump mînaka vê ya eşkere ye. Loma jî niha ti wateya hevdîtin û nîqaşeke ligel amerîkayiyan tine ye û wê ti encamê jî nede, tenê wendakirina demê ye.”

Esad herwisa destnîşan kir ku di demek nêzîk de di polîtîkayê Amerîkayê de ti guhertin çênabin.

Başa dön tuşu