ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

serokê meclisa Iraqê li Têhranê destnîşan kir; Hemû xebatên Îranê û dewleta Iraqê bi merema jinavbirina terorîstan li nav axa Iraqê û hevgirtina zêde ya xebatên siyaî li nav vî welatî ne.

Serokê meclisa Îranê li hevdîtina tev serokê parlemana Iraqê got: Komara Islamî ya Îranê parastina yekparçetiya axa Iraqê xaleke girîng ji bo ewlehiya navçê dizane.

Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê îro şemiyê li press konferansa xwe ya hevpar tev Selîm Cibûrî serokê meclisa Iraqê li Têhranê destnîşan kir; Hemû xebatên Îranê û dewleta Iraqê bi merema jinavbirina terorîstan li nav axa Iraqê û hevgirtina zêde ya xebatên siyaî li nav vî welatî ne.

Larîcanî bal kişande ser viya ku rewşa misilmanan li navçê bûye sebeba dilgiranîya Îranê û Iraqê û destnîşan kir; Berfirehbûna hevkariya dualî di navbera Bexda û Têhranê da ser dabînbûna ewlehiya navçê bibandor e loma her du welat dixebitin ku hevkariyên xwe berfireh bikin.

Serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê bal kişande ser dijwariyên ku dewlet û gelê Îran û Iraqê li du dehekên bihurî kişandine û destnîşan kir; Iraq welatekî dewlemend e û xwedanê xîm û binyateke dewlemend e û hertim hêviya Îranê serbilindiya gelê Iraqê ye.

Selîm Cibûrî serokê parlemana Iraqê jî li vê civîna tev rojnamevanan bal kişande ser rola erênî ya Îranê bona alîkariya ku daye gelê Iraqê û herwisa şerê dijî terorîstan û ragihand; Pêwîst e ku hemû welatên navçê li şerê tev terorîstan alîkariyê bidin hevdu.

Cebûrî li bara neyariyên heyî di navbera aliyên siyasî li nav Iraqê û alîkariya Îranê bo çareserkirina van nakokîyan û got: Hemû aliyên iraqî jî ber bi xebatekî hevpar dijî terorîstan diçin û xebata hemû aliyên siyasî jî eva ye ku pirsgirêkên hundirî û yên derveyî pê gotûbêja dîplomatîk çareser bikin.

Wî destnîşan kir; Îran welatekî girîng e û Iraq bi dû berfirekirina hevkariyên xwe yên curbicur û bitaybet peywendiyên abûrî û parlemanî tev Îranê ye.

Cibûrî li bara nerezamendiya birek ji aliyên siyasî li hemberî pişkdariya hêzên gelanî yên Iraqê li operasiyona azadkirina bajarê Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê jî got: Ew kesên ku biryarên siyasî-eskerî li nav Iraqê digirin, haya wan baş ji mesleheta gelê Iraqê heye û ew tişta girîng bo karbidestên Iraqê jî xêr û qazanca gelê Iraqê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu