AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê ragihand ku 11 ton ava giran jibo Umanê hatîye şandinê

Elîekber Salihî serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê îro li rex merasima “ rêzgirtina li roja cehanî ya sekinîna li hemberî bandorên şêrr ser jîngehê“ li koma nûçegihanan li bajarê Têhranê got ku 11 ton ava giran jibo Umanê hatîye şandinê û vî welatî ragihandîye ku yê kirîna vê avê bidomîne.

Salihî herwiha got: Komara Islamî ya Îranê li gorî sozên di çarçova rêketinama navokî da pêngav rakirîye û çavlirê ye ku alîyê himber jî sozên xwe di vî warî da cih bîne.

Salihî bibîr xist, rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê baş pêşda çûye û tenê li mijara boykotan hin sistî pêk hatine ku wezareta karên derve ya Îranê bi awayekî cidî vê meseleyê dişopîne.

Elîekber Salihî serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê li bara hilbijartinên serokomarîya Amerîkayê jî got: Dema ku serokomarê nû yê Amerîkayê bi fermî hat ser posta xwe, yê di çarçova rastîyan da pêngavan rake ji ber ku rêketinama navokî peymanek di navbera du welatan da nîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu