AsyaCîhanÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Serokê terorîstên Ceyş El-Îslamê Mihemed Ellûş ragihand ku Rûsya dest ji alîgiriya şerî berdaye û niha hewl dide ku bibe garantorê danûstandinên navbera aliyên şer û pêkhatina agirbestê li Sûriyê

Serokê terorîstên Ceyş El-Îslamê Mihemed Ellûş ragihand ku Rûsya dest ji alîgiriya şerî berdaye û niha hewl dide ku bibe garantorê danûstandinên navbera aliyên şer û pêkhatina agirbestê li Sûriyê.

Serokê terorîstên Ceyş El-Îslamê Muhemed Ellûş piştî hevdîtinên Astanayê konfranseke çapemeniyê li dar xist.

Terorîst Ellûş di civînê de wiha got: “Rûsya dev ji alîgiriya şerî berda û niha hewl dide ku bibe garantor.”

Ji ber vê yekê jî, terorîst Ellûş diyar kir ku ji bo agirbesteke berfireh, ew teklîfeke din dane Rûsyayê.

Terorîst Elluş di vê konfransa rojnamevaniyê de herwiha aşkere kir ku gumanên wî li ser encamnameya hevpar a ku ji aliyê Rûsya, Tirkiye û Îranê ve hatiye qebûlkirine, heye û tekez kir, ku wan bi xwe teklîfeke din a agirbestê pêşkêşî Rûsyayê kirine.

Herwiha terorîst Ellûş destnîşan kir, ku ew li hêviyê ne ku Rûsya di navbera hefteykê de bersiva projeya wan bide.

Terorîst Ellûş got: “Rûsya dest ji alîgiriya şerî berda û niha hewl dide ku bibe garantor.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu