FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

HAMAS: Em qedrê piştgirîyên Îranê digirin

Serokê polîtboroya Tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê (HAMAS) qedrê Komara Islamî ya Îranê ji ber piştgirîyên bo gelê Filistînê girt.

Ismayîl Henîye serokê polîtboroya HAMAS`ê şeva buhurî li zîvala Gezê bi pêkutîya ser vê yekê ku Komara Islamî ya Îranê hertim pişta gel û komên berxwedanê yên filistînî nemaze Tabûrên Izedîn Qesam (milê leşkerî yê HAMAS`ê) girtîye, dîyar kir, Îranê li bihêzkirina qaweta ku HAMAS`ê roja îro heye, roleke bingehîn hebûye.

Serokê polîtboroya HAMAS`ê herwiha bal kişand ser piştgirîyên giştalî yên Amerîkayê ku dide Rêjîma Sîyonîst û got: Donald Trump serokomarê Amerîkayê bi hemî hêzê piştgirîyê dide kiryarên neqanûnî û dijî mirovan ên Israyîlê ji wan kuştina gelê mezlûm ê Fiilstînê û çêkirina bajarokan jibo sîyonîstan.

Ismayîl henîye bibîr xist ku ti hêzek nikare gelê Fiilstînê ji isûl û armancên neguher têkildarî war û nirxên xwe yên pîroz bizvirîne.

Serokê polîtboroya HAMAS`ê li dawîyê got: Berxwedab sedema şanazî û rûmeta gelê Fiilstînê û hemî azadîxwazên cîhanê ye û nikare desta ji zereyeke axa Filistînê bikişîne.

Başa dön tuşu