ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî gihîşt Tehranê

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî çû Îranê. Ebdulmehdî dê bi serokomarê Îranê Hesen  Rûhanî û çend berpirsên din yên wî welatî re hevdîtin bike.

Qasekî beriya niha, serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî bi yaweriya şandeka aborî û siyasî û serbazî gihîşt paytexta Îran-Tehranê û ji aliyê Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf ve hat pêşwazîkirin.

Li gorî agahiyan, Ebdulmehdî dê bi serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û hinek berpirsên din yên Îranê re hevdîtin bike.

Wezîrên darayî, derve, bazirganî, neft, elektirîk û şêwirmendê encumena asayişa Iraqê, sererkanê artêşa Iraqê û çend berpirsên din yên hikûmeta Iraqê bi Ebdulmehdî re ne.

Başa dön tuşu