IraqNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî duh gihîşte bajarê Mûsilê û li wir pîrozbahiya gelê Iraqê û hêzên ewlekariyê kir

Operasyona rizgarkirina Mûsil û Deşta Nînowayê roja 17ê Cotmeha 2016an dest pê kir. Di pêngava yekemîn de Hêzên Pêşmerge herêmên rojhilatê Mûsilê kontrol kirin û rê ji artêşa Iraqê vekir. Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Heyder Ebadî ji bo pîrozbahiya hêzên iraqî ya operasyona Mûsilê û herwiha bi mesta ragihandina kontrolkirina vî bajarî çû Mûsilê.

Piştî 3 mehan roja 24ê Çileya 2017an Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku rojhilatê Mûsilê ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin. Ebadî roja 19ê Sibata 2017an jî ragihand ku operasyona rojavayê Mûsilê dest pê kiriye.

​Serokwezîr Ebadî di axaftina xwe de gotibû: “Beriya her tiştî erkê hêzên ewlekariyê rizgarkirina mirovên sivîl e û paşî kontrolkirina axê ye. Ev hêz we bi pehlewaniya xwe, bi serkeftin û alîkariya hemwelatiyên xwe cîhanê mat bikin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu