IraqNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Iraqê: Hinek bi kiryarên xwe yên kavilker bi dû derbelêdana li abora Necefê ne

Serokwezîrê Iraqê got: Hinek bi kiryarên xwe yên kavilker bi dû derbelêdana li abûra Necefê ne.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li hevdîtina duh duşemê tev teximek ji xelkê Necefê got: Eva ku hinek bona xwestekên xwe nerezamendiya aşitîxwazane birê dixînin dewlet ji wan piştevaniyê dike, lê hinek bi kiryarên xwe yên kavilker bi dû derbelêdana li abûra Necefê ne.

Ebadî got: Pêwîst e hemû bizanibin ku ewlehî xîm û binyata jiyanê ye.

Ev gotinên Ebadî li bara wan kesan bû ku dixwestin ji xwenîşandana aşitîxwazane ya xelkê Iraqê ser qazanca xwe istifade bikin,

Eva çend roj in li hin deverên başûr û navenda Iraqê bi taybet li bajarê Besrayê xwepêşandan ji ber nebûna îmkan û bêkarî û nebûna xizmetkariyan didomin.

Serokwezîrê Iraqê jî şemê şev ferman derxist bona çareserkirina pirsgirêkên bajarên başûrî yên vî welatî.

Heyder Ebadî herwisa bona çareserkirina krîza xelkê parêzgehên başûrî û navendî yên Iraqê fermanekî 7 xalî derxist.

Fermana heft bendî ya Ebadî di rewşekê de ye ku li Besrayê xwepêşander ketine nav avahiya Encûmena Parêzgeha Kerbelayê.Li Necef jî xwepêşandan berdewam dikin.

Piştî xwepêşandanên li van parêzgehan Serokwezîrê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî biryar da ji bo xizmetguzariyên parêzgeha Besrayê 3 milyar û 500 milyon dînar were terxankirin.

Başa dön tuşu