AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Kanadayê: Qutkirina têkilîyên bi Îranê ra biryareke şaş bû

Serokwezîrê Kanadayê girêdana sefareta vî welatî li Îranê biryareke şaş zanî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Castîn Tirodo serokwezîrê Kanadayê, duh li xwe mukur hat ku girêdana balyozxana vî welatî li Têhranê û qutkirina têkilîya dîplomatîk bi Îranê ra, biryareke şaş bû.

Tirodo ku li koma nûçegihanan diaxivî,pêkutî kir ku kiryara dewleta berê ya Kanadayê ya girêdana sefareta vî welatî li Têhranê, biryareke îdolojîk û sîyasî bû.

Eva cara yekem nîne ku rayedarekî pilebilind ê kanadayî li bara şaşitîya dewleta berê ya vî welatî têkildarî qutkirina têkilîya dîplomatîk bi Îranê ra li xwe mukur tê. Berî wî, Stêfan Dîyon wezîrê karên derve yê Kanadayê jî gotibû ku daxistina sefareta vî welatî li Têhranê û qutkirina têkilîya dîplomatîk bi Îranê ra ji alîyê dewleta berê ya Kanadayê va, şaşitî bûye.

Rojnama National Postê ji zarê Dîyon nivîsî: Bi girêdana sefareta Kanadayê li Îranê, welatê wî nekarîye berjewendîyên xwe û hevpeymanên xwe, malbatên kanadayî û îranîyên ku welatîyê Kanadayê ne li Îranê biparêze.

Wî herviha gotibû ku divê roja îro Kanada bizvire Îranê ta ku roleke kêrhatî li wê devera cehanê bilîze. Hemî alî ji me dixwazin ku em dest bi danûistandinê bi Îranê ra bikin û em ê vî karî bikin.

Dewleta berê ya Kanadayê ku helwesteke hişk li hemberî Îranê nîşan dida, di dawîya havîna sala 1391`ê ango 4 salan berî niha ragihand ku peywendîyên dîplomatîk di navbera Havana û Têhranê da hatine sekinandinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu