IraqNûçeRojhilatanavin

Şeş gundên din ji desthilatiya DAIŞê hatin rizgar kirin

Şeş gundên din ji desthilatiya rêxistina terorîst a DAIŞê li sînorê parêzgeha Nînowa hate rizgar kirin.

Îro 12.06.2017ê fermandarê operasyonên rizgar kirina Nînowa Ferîq Rukin Ebdulemîr Reşîd Yarulla bi beyanameyekê rizgar kirina şeş gundên bajarokê Mihelebiye ya rojavayê Mûsilê ragehand.

Ferîq rukin Ebdulemîr Reşîd Yarula amaje bi vê yekê kir, ku ew şeş gunde ji aliyê hêzên firqeya 15ê ya artêşa Iraqê ve hatine rizgar kirin û navê gundan waha ye: Şêx Qereya jêrî, Mêwalî, Etşane, Ezîziye, Şuheda û Tîşe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu